3 term tê de bûn.. Goreke bikom li Hemayê hate dîtin

3 term tê de bûn.. Goreke bikom li Hemayê hate dîtin

Welat TV - Hewlêr

Goreke bikom li gundewarê bakur rojavayê Hemayê hate dîtin.

Nişteciyên gundê Til Milih li Hemayê termên 3 kesan di goreke bikom de dîtin dema ku kavilên derdora girê gunda radikirin.

Li gorî welatiyên gund ew gor vedigere serdema Rêjîma Esed ku gundê Til Milih wêran kir û gelek kes bûne qurbaniyên êrîşên wê.

Li gorî amarên rêxistinên mafnasî, piştî hilweşîna Rêjîma Esed 46 gorên bikom li Sûriyê hatine dîtîn, tê de 2838 term hebûn lê hîn çarenivîsa bi hezaran kes li Sûriyê ne diyar e.