Mezlûm Ebdî: Bi bilezkirina tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûriyê pabend in
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku ew bi bilezkirina tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûriyê pabend in û tevlîbûna Sûriyê bo Hevpeymaniya Navdelwetî li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst gaveke giring e.
Mezlûm Ebdî li ser tora ”X” spasiya serokê Emerîka Donald Trump kir li ser dana derfetekê bo gelê Sûriyê da ku pêş bikive.
Ebdî da zanîn ku wî di peywendiyeke telefonî de li gel Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack encamên civîna El-Şeri´ û Trump gengeşe kirine û ew bi bilezkirina tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûriyê pabend in.
Mezlûm Ebdî got jî ku tevlîbûna Sûriyê bo Hevpeymaniya Navdelwetî li dijî DAIŞê gaveke giring e ji bo jinavbirina DAIŞê û bidawîkirina gefa wê li ser deverê.
Fermandarê HSDê got jî ku ”ew kar li gel hevkarên xwe dikin ji bo pêşerojeke baş û aram bo xelkê di Sûriyeke yekgirtî de.
Thank you to President Trump @POTUS for his leadership on Syria and for giving the Syrian people a chance for greatness.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) November 11, 2025
I just had a wonderful phone call with Ambassador Tom Barrack @USAMBTurkiye to discuss the outcomes of the meeting with President Al-Sharaa in the White House…