Wezareta Enerjiyê: Berhema Sûriyê ya rojane ji petrolê derdora 120 hezar bermîl e
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Enerjiyê ragihand ku berhema Sûriyê ya rojane ji petrolê derdora 120 hezar bermîl e.
Rêveberê Peywendiyên hikûmî di Wezareta Enerjiyê de Ehmed Silêman ji kenala fermî ya Sûriyê re da zanîn ku Sûriyê niha rojane derdora 120 hezar bermîlên petrolê berhem tîne.
Ehmed Silêman diyar kir ku berhema Sûriyê ya rojane ji xazê jî digihe 7 milyon metrên sêcar.
Silêman got jî ku Parzûngeha Baniyasê niha bi 80% ji karîna xwe kar dike û ya Himsê ji 30 – 40% ji karîna xwe kar dike.
Li gorî Silêman, berhemanîna petrol û xazê dê nirxê sotemeniyê kêm bike û ew ê bi hemahengî li gel Wezareta Veguhestinê kar bikin ji bo kêmkirina nirxên çûnûhatinê.
Giringtirîn zeviyên petrolê li deverê weke Rimêlan, Elşedadî, Elomer û Eltenek di bin kontrola HSDê de ne, yek ji xalên rêkeftina 10ê Adarê ew e ku zeviyên petrolê yên li deverên di bin kontirola HSDê de ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bi rê ve biçin.
Her weha bixwîne: Xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî