Barrack: Sûriyê ji jêdereke terorê dibe hevkar di şerê terorê de
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack ragihand ku tevlîbûna Sûriyê bo Hevpeymaniya Navdewletî wê ji jêdereke terorê dike hevkar di şerê li dijî terorê de.
Tom Barrack li ser tora ”X” da zanîn ku, di civîna li Koşka Spî de, serokê Emerîka Donald Trump û serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan û dana derfeteke rasteqînê bo Sûriyê kir.
Barrack diyar kir ku pabendbûna El-Şeri´ bi tevlîbûna bo Hevpeymaniya Navdewletî Sûriyê ji jêdereke terorê dike hevkar di şerê li dijî terorê de ji bo alîkariya di aramiya deverê de.
Toma Barrack got jî ku Şamê dê piştevaniya wan di şerê li dijî paşmayên DAIŞê, Pasdarên Îranê, Tevgera Hemas, Hizbulah a Libnanê û torên din ên terorî de, bike.
Barrack diyar kir ku wan di civîna Wezîrên Derve yên Emerîka, Turkiyê û Sûriyê de bingehên qonaxa nû danîn weke tevlîbûna HSDê di nava saziyên abûrî, berevanî û sivîl de li Sûriyê û dubare nasandina peywendiyên Turkî – Sûrî – Israîlî.
Statement by Ambassador Thomas J. Barrack, Jr.
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) November 13, 2025
On the Historic Visit of Syrian President Ahmed al-Sharaa to the White House
This week marks a decisive turning point in the modern history of the Middle East - and in the remarkable transformation of Syria from isolation to…
Her weha bixwîne: CENTCOM: Hêzên me 5 endamên DAIŞê li Sûriyê kuştin û 19 girtine