2 kompaniyên elekitrîkê yên navdewletî torbînên xazê hinardeyî Sûriyê dikin

2 kompaniyên elekitrîkê yên navdewletî torbînên xazê hinardeyî Sûriyê dikin

Welat TV - Hewlêr

2 kompaniyên elekitrîkê yên navdar li Emerîka û Elmaniya torbînên xazê hinardeyî Sûriyê dikin.

Ajansa Reutersê li ser zarê 3ê jêderan ragihand ku Kompaniya Cenêral Elekitrîk Vêrnova ya Emerîkî û ya Sêymêns Ênêrcî ya Elmanî danûnstandinan dikin bo hinardekirina torbînên xazê bo projeyeke bi gujmê 7 milyar dolar li Sûriyê.

Di vê derbarê de, Kompaniya Sêymêns Ênêrcî ji Reutersê re da zanîn ku şandeke wan li gel berpirsên Sûriyê civiyaye ji bo başkirina elekitrîkê li wî welatî û diyar kir ku ew hîn negihiştine tu rêkeftinana lê ew amade ne alîkariya Sûriyê bikin ji bo peydakirina enerjiyeke aram.

Kompaniya Cenêral Elekitrîk Vêrnova jî hîn bersiva ajansê li ser pirsên wê derbarê vê mijarê nedaye.

Ji aliyê xwe ve wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ta niha tu daxuyanî di vê derbarê de dernexistine.

6ê vê mehê, hikûmeta Sûriyê rêkefinên dawîn ji bo avakirina 4 westgehên elekitrîkê bi karîna 5 hezar Mêga Wat li gel grûpa UCC Holding a navdewletî îmze kirin, ku ew proje bi gujmê 7 milyar dolarên Emerîkî ye.

Her weha bixwîne: Hikûmeta Sûriyê rêkeftinek bi nirxê 7 milyar dolar bi grûpa UCC re îmze kir