Piştî 10 rojan ji revandinê.. Nûciwanekî ji Dêrikê bo malbata wî hate vegerandin
Welat TV - Hewlêr
Piştî nêzîkî 10 rojan ji revandinê, nûciwanekî Kurd ê ji Dêrikê bo malbata wî hate vegerandin.
Mesrûr Ednan Ce'fer ê 15 salî di 5ê Mijdarê de li gundewarê Til Koçer hatibû revandin.
Îro 14ê Mijdarê Mesrûr bi kar û hewla şêxê êla Şemer Mani' Himêdî Deham hate vegerandin.
*Hûrgiliyên revandinê
Berya niha malbata Mesrûr ji Welat TV re dabû zanîn ku Mesrûr li gel birayê xwe çavdêriya pez dikir, û dema ku berê xwe dida baxçeyekî da ku li wir mobayila xwe şehin bike di rê de hate revandin.
Otombîla Mesrûr li nêzîkî gundê Derdara yê gundewarê Til Koçer hate dîtin.
Malbatê diyar jî kir ku hejmarek dîdevanên ku bûyera revandinê dîtiye gotiye ku "kesine nenas li ser 4 motoran siwar bûn, ketin pêşiya wî û li otombîla wî Siwar bûn û ew revandin. Piştre ew li otombîleke din siwar kir û berev cihekî ne diyar bir".