"Mijarên hevbeş tên gotûbêjkirin".. Şandeke leşkerî ya Rûsiya li Şamê ye

Welat TV - Hewlêr

Şandeke leşkerî ya Rûsiya li Şamê ye û mijarên hevbeş di warên leşkerî de tên gotûbêjkirin.

Îro şandeke leşkerî ya Rûsiya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiya Yûnis Beg Yêfkîrov gihişt Şamê.

Şanda Rûsiya li gel Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê û berpirsên pilebilind ên Wezareta Berevaniyê civiya.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku di civînê de, warên hevkariya leşkerî û bihêzkirina mêkanîzmên hevrêzkariyê hatin gotûbêjkirin.

Dawiya Cotmehê, Ebû Qesra serdana Rûsiya kir, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku di wê serdanê de, çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî hatiye gotûbêjkirin.