Penabereke Kurd bû endama şaredariya Soest li Holendayê

Penabereke Kurd bû endama şaredariya Soest li Holendayê

Welat TV - Hewlêr

Penabereke Kurd bû endama şaredariya bajarokê Soest li Holendayê.

Novîn Ismaîl weke biçûktirîn endama şarederiya bajarokê Soest li Holendayê hate destnîşankirin.

Novînê weke endameke alîkar di şaredariya Soest de kar dikir û gelek çalakî di çarçoveya karê xwe de encam dane.

Şaredariya bajarokê Soest, ji ber çalakiyên Novînê ew weke endam destnîşan kir û bi vê yekê Novîn dibe biçûktirîn endam di wê şarederiyê de.

Novîn Ismaîl ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, beriya çend salan ji ber rewşa ewlehî ya nearam penaberî Holendayê bûbû.