8 zarok bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer li Hemayê
Welat TV - Hewlêr
8 zarok bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer li gundewarê Bakurê Hemayê.
Îro di teqîna mayînekê de li Bakurê bajarokê Qemhanê 4 zarokan canên xwe ji dest dan û 4 birîndar bûn.
Her 4 zarokên birîndar bo nexweşxaneyeke Hemayê hatin veguhestin û rewşa wan a tendirustî di bin çavdêriyê de ye.
Ew zarok rastî teqînê hatin dema ku kar li gel grûpeke karkeran di zeviyekî darên zeytûnan de dikirin.
Tevî derbasbûna nêzîkî salekê ji hilweşîna Rêjîma Esed, lê hîn paşmayên şer metirsiyê li ser jiyana welatiyan dirust dikin, li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka salê ve, 660 kesî di teqîna paşmayên şer de li Sûriyê canên xwe ji dest dane.