Serok Barzanî: Divê Kurd bigihin rêkeftinekê li gel hikûmeta Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Serok Barzanî di çarçoveya Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn MEPS li Duhokê ragihand ku divê Kurd û pêkhateyên din bighin rêkeftinekê li gel hikûmeta Sûriyê.

Seroka Barzanî da zanîn ku derfeteke zêrîn ji bo Sûriyê hatiye pêş û divê pirsgirêk bi aştiyane li wî welatî werin çareserkirin. 

Her weha Serok Barzanî got ku ew piştevaniya proseya aştiyê li Tukriyê dikin û hêvî xwest ku ew prose bighe encameke baş.

Derbarê rewşa ewlehî li deverê, Serok Barzanî diyar kir ku metirsiya herî mezin li ser deverê teror e û metirsî ji dubare vegera rêxistina DAIŞ a terorîst hîn heye: Eger DAIŞ derfetê bibîne dê yekser û di demeke kurt de xwe dubare ava bike.

*Korbenda MEPS

Îro bi amadebûna Serok Barzanî Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn MEPS 2025 li Duhokê bi rê ve diçe. 

Korbend ta sibe berdewam dike, tê de her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî beşdar in. 

Her weha hejmareke mezin ya kesayetiyên siyasî, akadîmînas, nivîskar û lêkolerên ji Emerîkaya Bakur, Ewropa û Rojhilata Navîn jî beşdar in.

Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn MEPS li ser kêşe û pêşhateyên herî dawî yên herêmê radiweste.

Sibe panêleke taybet li ser rewşa Sûriyê heye, û berpirsê Karûbarên Emerîka di Wezareta Derve ya Sûriyê de Quteyba Idlibî tê de beşdar dibe.