Hêzên Emerîka gereke leşkerî li Dêrikê encam da
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Emerîka gereke leşkerî li Dêrikê encam da û li hejmarek gund geriya.
Îro hêzêke Emerîka ku ji 5 zirîpoşan pêk dihat gerek li hejmarek gundên bi ser Dêrikê ve encam da.
Hêzên Emerîka li gundê Siwêdiyê rawestiyan û serdana dibistana gund kir û wêne li gel xwndevanên dibistanê kişandin.
Duh jî, 20 barhilgirên barkirî bi sûtemenî û otombîlên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî gihiştin bingeha Qesrik li gundewarê Hesekê.
Di dema dawiyê de, bi dehan barhilgirên Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin û li bingehên hevpeymaniyê bi cî dibin.
Her weha bixwîne: CENTCOM: Hêzên me 5 endamên DAIŞê li Sûriyê kuştin û 19 girtine