Hêzên Israîlê gerek li Quneytirayê encam da û gule berdan

Hêzên Israîlê gerek li Quneytirayê encam da û gule berdan

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê gereke leşkerî li gndewarê Quneytirayê encam da û gule berdan.

Îro hêzêke Israîlê ku ji çend zirîpoşan pêk dihat gerek ji Girê Sor ê Rojavayî berev Girê Sor ê Rojhilatî li Quneytirayê encam da.

Hêza Israîlê, di dema encamdana gerê de, guleyên zêde berdan û ta niha sedema berdana guleyan ne diyar e.

Duh jî, hêzên Israîlê bi 5 otombîlên leşkerî û zirîpoşekê derbasî gundê Semadaniyê yê Rojavayî li gundewarê Quneytirayê bûn.

Ev ger di demekê de ne ku, Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku gelek mercên wan hene ji bo rêkeftinê bi Sûriyê re, û wan nehiştiye Turkiyê derbasî Başûr û Rojavayê Sûriyê bibe.

Beriya 3 rojan, Serokwezîrên Israîlê û Wezîrê Berevaniyê serdana Başûrê Sûriyê kir û rewşa bingehên xwe yên leşkerî yên li Sûriyê şopand.

Her weha bixwîne: Israel Katz: Artêşa Israîlê dê li Çiyayê Şêx bimîne