Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê master ji zanîngeha herî baş li Brîtanya wergirt
Welat TV - Hewlêr
Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê pileya master di yasayê de ji yek ji 5 zanîngehên herî baş li cîhanê wergirt.
Lana Fayiz Îsa jidayikbûya Emerîka ye û bi esil ji gundê Xirbet Dîb yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye.
Lana li zanîngeha London ya Abûriyê li Brîtanya Master di Yasayê de wergirtiye.
Di hevdîtnekê de li gel Welat TV ekademînasa Kurd da zanîn ku Masternameyaê wê bi navê "Dema Xewin li qeydan dikeve: Kurdistan û valahiya yasaya navdewletî derbarê welatan" e.
Her weha got ku wê xwest li zanîngeha herî baş li cîhanê bixwîne û bibe dengê miletê xwe yê Kurd
Di zanîngeha London ya Abûriyê de bi dehan serok û serkirdeyên cîhanê xwendiye.
Lana keça endazyarê petrolê Fayiz Îsa ye, ku ji sala 1993an ve ji Sûriyê derketiye û çûye Skotlanda, piştre li gelek welatan geriya ye û niha li welatê Îmaratê dijîn.