Mezlûm Ebdî derbarê civînên li Herêma Kurdistanê: Girîng bûn
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de behsa seredana xwe ya Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhateyên siyasî û danûstandinên xwe bi Şamê re kir.
Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji ajanseke nûçeyan a Bakurê Kurdistanê re got, seredana wî ji bo Herêma Kurdistanê û hevdîtinên bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re girîng bûn tê de behsa mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
"Şam ne amade ye"
Mezlûm Ebdî her weha di hevpeyvîna xwe de behsa yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Konferansa 26ê nîsanê û pêkanîna şanda Kurdî ya Hevbeş kir, û sedemên neçûna wê şandê heta niha ji bo Şamê kir û got, hîn Şam ji bo civîna bi wê şandê re ne amade ye.
Fermandarê HSDê behsa tevlîbûna HSDê di nav Artêşa Sûriyê de kir û got, ew tevlîbûn wê artêşa Sûriyê bihêztir bike û divê tu kes ji wê yekê netirse.
*Rêkeftina 10ê Adarê
Piştî îmzekirina Rêkeftina 10ê Adarê, komîteyên HSDê û Hikûmeta Sûriyê kar li ser cîbicîkirina wê rêkeftinê dikin, hîn tu gavên praktîkî nehatine avêtin, Şanda Kurdî ya hevbeş jî li hêviya wê yekê ye ku Şam deriyê danûstandinan veke.