Bajarê El-Niwêlatî yê Kompaniya Golden Line rastî agirekî mezin hatiye
Welat TV - Hewlêr
Bajarê El-Niwêlatî yê Kompaniya Golden Line yê tomarkirina rêzefîlman rastî agirekî mezin hat.
Kompaniya Goldin Line ragihand ku piştî derketina karmendan bi çend xulekan ji bajarê El-Niwêlatî li Şamê bi temamî ji aliyê hin kesan ve hate şewtandin.
Kompaniyê diyar kir ku kesên agir vêxistî hin nîşanên zelal li pey xwe hiştine ku tekeziyê li ser vêxistina agir bi awayekî rêbazkirî dike.
Kompaniya Goldin Line da zanîn jî ku qebareya ziyanên wê gihiştine zêdetirî 1.5 milyon dolarên Emerîkî.
Di dawiyê de kompaniyê got jî ku niha lêkolîn derbarê wî agirî berdewam in.
Kompaniya Golden Line taybet e bi berhemên telvîzyonî, di sala 2006an de hatiye damezrandin, û gelek rêzefîlm berhem anîne.