El-Şeybanî û Berpirsên Umanê pêşhateyên herêmî û hevkariya hevbeş gotûbêj kirin

El-Şeybanî û Berpirsên Umanê pêşhateyên herêmî û hevkariya hevbeş gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê û Wezîrê Abûrî yê Umanê hevkariya abûrî di navbera herdu welatan de gotûbêj kir.

Îro Es´ed El-Şeybanî li Mesqest paytexta Umanê li gel Dr. Seîd Bin Mihemed El-Seqrî civiya.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku El-Şeybanî û El-Sqirî asoyên hevkariya abûrî û weberhênanê di navbera herdu welatan de nexasim di warên bazirganî, enerjî û kartên weberhênanê de, gotûbêj kirin.

Wezaretê got ku herdu aliyan nêrîn derbarê pêşhateyên herêmî û hemahengiya hevbeş jî bi hev gehurtin.

Beriya vê civînê jî, El-Şeybanî û hevşanê xwe yê Umanê Bedir Bin Hemed El-Bûseîdî civiyan û peywendiyên dualî gengeşe kirin.

Civînên El-Şeybanî tên di çarçoveya serdana wî de bo Umanê, ku îro di serdaneke fermî de gihişt Mesqetê.