El-Şeri’ Komîta Giştî ya dergeh û gumrikê damezrand
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ di mersûmekê de Komîta Giştî ya Dergeh û Gumrikê damezirand.
Li gorî mersûma El-Şeri’ ya jimare 244, ev komîte ji aliyê darayî û rêvebiriyê ve serbixwe ye, û bi şêweyekî yekser girêdayê Serokatiya Sûriyê ye.
Li gorî wê mersûmê, armanc ji vê Komîta nû yekirina lêvegera birêvebirin û teknîkî ya tevaya xalên bejayî, deryayî û deverên azad û gumrikê ye.
El-Şeri’ Quteyba Bedewî weke Serokê Komîta Giştî ya dergih û Gumrikê destnîşan kir.