Çîn careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike
Welat TV - Hewlêr
Çîn careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike û berpirsekî Sûriyê diyar dike ku ew naxwazin tu welatek Vêto li ser mijarên girêdayî welatê wî bide.
Rêveberê Karûbarên Çînê di Wezareta Derve ya Sûriyê de Eşhed Selîbî ji ajansa Anadolu re ragihand ku Çîn destpêka 2026an balyozxaneya xwe li Şamê vedike.
Li Selîbî bi serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê bo Çînê re qonaxeke nû di navbera herdu welatan de dest pê kir.
Eşhed got jî ku welatê wî dixwaze peywendiyên wê yên bihêz li gel hemû welatan hebin û ew naxwazin tu welatek di Encûmena Ewlehî de Vêto li ser mijarên girêdayî Sûriyê bide.
Daxuyaniya Selîbî tê piştî hefteyekê ji serdana Es´ed El-Şeyanî bo Çînê ku tê de li gorî ajnansa AFP dê 400 çekdarên Îgorî radestî Çînê bike.
Piştî hilweşîna Rêjîma Esed di 8ê Berçileya 2024an de, Çînê balyozxaneya xwe li Şamê girt û şanda xwe ya diplomatîk veguhest Libnanê.
Her weha bixwîne: Sûriyê radestkirina çekdarên Îgorî bo Çînê red dike