Şêwekarê Kurd Xidir Ebdulkerîm xelata navdewletî ya hunera kêmîneyan wergirt

Şêwekarê Kurd Xidir Ebdulkerîm xelata navdewletî ya hunera kêmîneyan wergirt

Welat TV - Hewlêr

Şêwekarê Kurd Xidir Ebdulkerîm xelata navdewletî ya hunerên kêmîneyan li Cinêv paytexta Siwîsirayê wergirt.

Şêwekar Xidir Ebdulkerîm bû yekemê pêşbirka navdewletî ya hunera kêmîneyan li Cinêvê, ku tê de 244 hunermend ji neteweyên cuda beşdar bûn.

Xidir Ebdulkerîm ji Welat TV re da zanîn ku ew di tabloyên xwe de berevaniyê di ber mafê gelê Kurd de dike û vê xelatê pêşkêşî gelê xwe dike.

Xelata navdewletî ya hunera kêmeniyan ji aliyê komîsyona bilind a mafên mirovan a Neteweyên Yekgirtî ve bi hevkarî li gel kompaniya Free Mor û Grûpa Mafên kêmîneyan tê pêşkêşkirin.

Şêwekar Xidir Ebdulkerîm, sala 1967an li Amûdê ji dayîk bûye, di serdema Rêjîma Hafiz Esed de girtiyê siyasî bû di zindana Sêdnaya de, gelek pêşangehên hunerî li hundir û derveyî welêt li dar xistine û ji sala 2014an ve li Elmanya dimîne.