Serok Barzanî li gel sekreter û endamên Mekteba Siyasî ya PDK-S civiya
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û sekreter û endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li Hewlêrê civiyan.
Baregeha Barzanî da zanîn, Îro 26ê Mijdara 2025an, Serok Barzanî li gel sekreter û endamên Mekteba Siyasî ya PDK-Sê li Pîrmamê civiyan.
*Naveroka civînê
Baregeha Barzanî, da zanîn, di civînê de rewşa siyasî û dawîn pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin.
*Diyalog û lihevtêgihiştin
Baregeha Barzanî diyar kir, di civînê de tekezî li ser yekrêzî, hevgirtin, û siyaseta hevbeş a di navbera aliyên Kurdî de li Sûriyê hat kirin, her weha tekezî li ser piştgirêdan bi diyalog û lihevtêgihiştinê di navbera aliyên Kurdî û Hikûmeta Sûriyê de hat kirin.