Serokê ENKSê piştevaniya cemawerê Zaxo dike

Serokê ENKSê piştevaniya cemawerê Zaxo dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Mihemed Ismaîl deng da cemawerê yaneya Zaxo ya Topa Pê.

Mihemed Ismaîl di vîdyoyekê de ragihand ku wî deng daye cemawerê Zaxo ku rikberiyê li ser baştirîn cemawer li ser asta cîhanê dikin.

Serokê ENKSê da zanîn ku ew bi şanazî dengê xwe dide cemawerê yaneya Zaxo da ku bi awayekî şaristanî bi serkevin û diyar kir ku ev serkeftin a hemû Kurdan e.

Cemawerê Zaxo û yên 2 yaneyên din rikberiyê dikin li ser xelata baştirîn cemawer li cîhanê ku ji aliyê FIFAyê ve tê pêşkêşkirin.

Dengdana bo vê xelatê ta 28ê vê mehê berdewam dike, beriya niha Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, kesên bibandor û Kurdên li hundir û derveyî welêt deng da ji bo piştevaniya Zaxo.

►Her weha bixwîne: Dêrik.. Hilmetek ji bo piştevaniya cemawerê yaneya Zaxo bi rê ve diçe