Biryarek nû derbarê hawirdekirina otombîlan bo deverên di bin kontirola HSDê de derket
Welat TV - Hewlêr
Hawirdekirina otombîlên ku beriya sala 2021ê hatine çêkirin bo deverên Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê yên di bin kontirola HSDê de ji destpêka 2026an ve tê qedexekirin.
”Rêveberiya Xweser” biryarek derbarê hawirdekirina otombîl, alavên çandiniyê û yên giran derxist.
Li gorî biryarê, hawirdekirina otombîlên ku ji beriya 2021ê ve hatine çêkirin ji 1ê Çileya 2026an ve radiweste û rê li pêş hawirdekirina otombîlên geştiyarî ku 2021ê û piştî wê hatine çêkirin ji detpêk ta dawiya 2026an vekirî ye.
Li gorî biryarê, rê li pêş hawirdekirina otombîlên Hyundai H100 û curên din ên weke wê, alavên navend û giran ên ne geştiyarî, alavên çandiniyê, embolans û barhilgirên ku sala 2012an û piştî wê hatine çêkirin, vekirî ye.
Rêveberiyê moleta 4 mehan da ji bo derbaskirina otombîlên ne li gorî mercên destnîşankirî beriya derketina biryarê.