Baregeha Barzanî êrîşa li ser Kormor şermezar dike
Welat TV – Hewlêr
Baregeha Barzanî daxuyaniyek şermezariyê belav kir, tê de banga sizadan encamdrên êrîşa li ser Kormor kir.
Baregeha Barzanî got, Em bi tundî êrîşa terorîstî ya ku şeva bûrî li ser kêlgeha Kormorê hate kirin, şermezar dikin. Ev êrîş dijî binesaziya abûrî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû welatiyan e.
*"Êrîş dubare bûne"
Baregehê diyar kir, Tevî wê yekê ku berê jî ev cure êrîşên nerewa yên li ser Herêmê gelek caran hatine şermezarkirin, lê tenê şermezarkirin bûye û li hemberî encamderan tu rêkar nehatine girtin û ev êrîş dubare bûne.
*Sizadana encamderan
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Baregeha Barzanî, tekez kir, Dema wê hatiye ku li hember van destdirêjî û êrîşên neheq gavên cidî û pratîkî bên avêtin, dawî li wan bê anîn û encamderên wan bên sizakirin.