Xêrxwaziya Barzanî alîkariya 200 malbatî li Efrînê kir
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li ser 200 malbatên nû vegeriyane bajarê Efrînê û kelûpelên xwendinê û çakêtên zivistanê li ser 250 zarokên sêwî belav kirin.
Îro Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya Rêxistina Xalis Ayid a cîhanî û Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kar a Hikûmeta Sûriyê alîkarî ku ji sepetên kelûpelên xwarinê û sepetên kelûpelên paqijiyê pêk dihat li ser 200 malbatên ku nû vegeriyane bajêr belav kirin.
Duh jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya rêxstina Azer û Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kar a Hikûmeta Sûriyê kelûpelên xwendinê û cilûbergên zivistanê li ser 250 zarokên sêwî belav kirin.
*Alîkarî û xizmetguzariyên pizîşkî
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji piştî erdheja sibata sala 2023an ve li Efrînê ye, û bi berdewamî alîkariyan li ser xelkê wê belav dike û xizmetguzariyên pizîşkî jî pêşkêş dike.