Serok Barzanî beşdarî Sempozyûma Melayê Cizîrî li Şirnexê dibe
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî diçe Cizîra Botan li Bakurê Kurdistanê û beşdariyê di çalakiyeke zanistî û çandî de dike.
Li navçeya Cizîra Botan a ser bi parêzgeha Şirnexê ve, bi amadebûna hejmareke mezin a lêkolîner û ekademînasên navxweyî û biyanî, îro çalakiyên 4emîn Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî dest pê kirin.
Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî jî dê sibe seredana Cizîra Botan bike û beşdarî vê çalakiyê bibe.
Di vê drbarê de serokê Zanîngeha Şirnexê Ebdulrehîm Alkiş got ku "beşdarbûna Serok Barzanî cihê şanazî û kêfxweşiyeke mezin e bo me û em ê li ser ax û warê Melayê Cizîrî bi germî pêşwaziyê lê bikin".
Sempozyûm ji aliyê Parêzgariya Şirnexê, Qeymeqamiya Cizîrê û Zanîngeha Şirnexê ve tê lidarxistin û di çarçoveya panel û semîneran wê de, lêkolînên li ser jiyan, berhem û bandora Melayê Cizîrî têne pêşkêşkirin.