Kampa Basirme.. Qehremaniyeke topa pê bi navê Welat TV bo zarokan dest pê kir

Kampa Basirme.. Qehremaniyeke topa pê bi navê Welat TV bo zarokan dest pê kir

Welat TV - Hewlêr

Ciwanekî ji bajarê Dêrikê yê ku li kampa Basirme ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê ya li Hewlêrê dimîne qehremaniyeke topa pê bi navê Welat TV bo zarokan vekiriye.

Ciwanê bi navê Bawer Hesen ku bi vî karî rabûye, ji Welat TV re got ku wî ev kar ji bo kêfxweşiya zarokan kiriye û beşdarbûna zarokan bê beramber e. 

Bawer diyar kir ku ji ber hezkirina wan ji Welat TV re, wan navê qehremaniya xwe kiriye Welat TV û ew ê xelatên baş pêşkêşî tîma serkeftî bikin.
 
9 Tîm ku ji zarokên kampa Basirme pêk tên di vê qehremaniyê de beşdar in û her roja Înê dê bilîzin.

Bawer Hesen her weha piştevaniya cemawerê yaneya Zaxo dike û hêvîdar e ku ew bibe baştirîn cemawer li ser asta cîhanê.

Her weha bixwîne: Dêrik.. Hilmetek ji bo piştevaniya cemawerê yaneya Zaxo bi rê ve diçe