Serok Barzanî li Bakurê Kurdistanê ye
Welat TV - Hewlêr
Bi amadebûna serok Barzanî, çaremîn sempoziyûma navdewletî ya Melayê Cizîrî li Cizîra Botan li Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe.
Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û got, spasiya we dikim li pêşwaziya germ a ku li min hate kirin.
Serok Barzanî da zanîn, Îro di jiyana min de rojeke gelekî xweş e ku li Cizîra Botan beşdarî vê sempoziyûmê dibim.
Serok Barzanî çend helbestên Cizîrî xwendin û pesna Melayê Cizîrî da û got: "Melayê Cizîrî stêrkeke geş e ku qet ava nabe û helbestên Cizîrî qet kevin nabin.
*Pêvajoya aştiyê
Derbarê pêvajoya aştiyê serok Barzanî got, ew gelek kêfxweş in bi pêvajoya nû ya aştiyê ku vê carê pir birêkûpêk dest pê kiriye, ji ber ku gel, parleman û hemû partiyên siyasî pişitgriyê dikin.
Serok Barzanî diyar kir, li vir tekez dikin ku em bi hemû hêza xwe pşitgriya pêvajoya aştiyê dikin û çi ji destê me were em ê bikin.