Efrîn.. Hilmetekê ji bo nûjenkirina rêya gundê Çobana dest pê kiriye
Welat TV - Hewlêr
Şêniyên gundê Çobana li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest bi hilmeteke nûjenkirina rêya gund kiriye.
Di hilmeta nûjenkirênê de, şêniyên gundê Çobana bi awayekî bikom kar dikin û kurtên di rê de çak dikin.
Dîmenên taybet ên karê şêniyan bo Welat TV hatine şandin, ku rê bi dirêjahiya 2 kîlometiran nûjen dikin.
Beriya niha jî, gelek hilmetên bi vî rengî li Efrînê bi rê ve çûn, tê de rê, kolan û jêrxane hatin nûjenkirin.
Hilmetên çaksazî û nûjenkirinê tên piştî vegera bi hezaran koçberkiriyên Efrînê bo warê xwe.
►Her weha bixwîne: Xêrxwaziya Barzanî alîkariya 200 malbatî li Efrînê kir