Berpirsekî PKK: Ta Ocelan neyê berdan em tu gavên din navêjin
Welat TV - Hewlêr
Berpirsekî PKKê da zanîn ku ta Ebdulah Ocelan neyê berdan ew tu gavên din di piroseya aştiyê de navêjin.
Berpirsê PKKê Amed Malazgîrt ev yek ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re ragihand û diyar kir ku wan gavên pêwîst avêtine û êdî ji Turkiyê tê xwestin ku gavan biavêje.
Malazgîrt got ku ta Ocelan neyê berdan û Turkiyê gavan neavêje ew gavên nû di wê piroseyê de navêjin.
Li gorî Amed Malazgîrt, ew ji hêlên şer vekşiyane û çekên xwe danîn û bi awayekî embolîk şewitandin û ew li benda gava yekem in ji Turkiyê ew jî, berdana Ocelan e.
26ê Cotmehê, PKK di daxuyaniyekê de da zanîn ku li ser banga Ebdulah Ocelan ew hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Turkiyê, vedikişîne.
*Her weha bixwîne: PKK dest bi danîna çekan dike