Sûdanî û Barack li Bexdayê civiyan

Sûdanî û Barack li Bexdayê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrên Iraqê û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê rewşa Sûriyê gotûbêj kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrên Iraqê Mihemed Şiya´ Sûdanî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Sûdanî û Tom Barrack li Bexdayê çawaniya piştevaniya aramiya Sûriyê û başkirina rewşa wê ya abûrî gengeşe kir.

Daxuyaniyê da zanîn ku herdu aliyan nêrîn derbarê girtina rê li pêş her girjiyekê li deverê û piştevaniya rêyên diplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hev guhertin.

Li gorî daxuyaniyê, aramî û pêşketina Sûriyê bi erênî bandorê li aramî û pêşketina Iraqê dike.