Israîl: Em ê di operasyonên li dijî terorê de li Sûriyê berdewam bin
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê devera bakur di artêşa Israîlê de ji Colanê da zanîn ku ew nahêlin teror li ser sînorê wê bi Sûriyê re cih bigire.
Fermandarê devera bakur di artêşa Israîlê de Rafî Mîlo ev yek di serdana xwe de bo Colanê ragihand û diyar kir ku ew di amadebaşiyê de ne bo her pêşhateyekê li bereyên Sûriyê û Libnanê.
Li gorî Mîlo, êrîşa li bajarokê Bêt Cin li gundewarê Şamê operasyoneke pêşwext bû ji bo têkbirina terorê.
Rafî Mîlo diyar kir ku ew ê di operasyonên pêşwext de berdewam bin ji bo tunekirina gefan li ser Israîlê.
Mîlo di serdana xwe de, rewşa xalên leşkerî li Colanê û rahênanên artêşa Israîlê li ser sînorê Libnanê şopandin.
*Her weha bixwîne: CENTCOM: Me bi hemahengî li gel Şamê 15 navendên DAIŞê têk birin