Trump: "Ji bo ku pêwendiya Sûriyê û Israîlê El-Şeri’ bi cidî kar dike"
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump got ew hemû hewlan didin da ku piştrast bibin ku Hikûmeta Sûriyê tişta tê xwestin bi cî dike, û daxwaz ji Israîlê kir ku diyalogeke bihêz û rastgo biparêze.
Donald Trump îro 1ê Berçileya 2025an, di daxuyaniyekê de li ser Platforma Trûs got, "Emerîka ji encamên ku li Sûriyê bi karê cidî pêkhatine, razî ye".
Trump diyar kir ku "Ew hemû hewlan didin da ku piştrast bibin ku hikûmeta Sûriyê berdewam e di bicîkirina tişta tê xwestin de".
*"Diyalogeke bihêz"
Serokê Emerîka got jî, "Pir giring e ku Israîl diyalogeke bihêz û rastgo li gel Sûriyê biparêze û tiştek çênebe ku rê li pêşketina Sûriyê bigire".
*"El-Şeri’ bi cidî kar dike"
Li gorî Trump, "Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ bi cidî kar dike ji bo ku pêwendiya Sûriyê û Israîlê ya domdar û geşbûyî hebe".
*"Derfeteke dîrokî ye"
Serokê Emerîka Donald Trump di dawiyê de got, "Ev derfeteke dîrokî ye û li ser serkeftina ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn pêkhatî, zêde dike".