Rêxistinek: Rêjeya qurbaniyên teqîna paşmayên şer ji sala 2024an ve zêdetir bûye
Welat TV - Hewlêr
Di 48 demjimêrên bûrî de, sê zarok û çar çekdar li Sûriyê bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer.
Tîma Berevaniya sivîl a Sûriyê ragihand ji encama teqîna bombeyekê li gundewarê Idlibê zarokek hat kuştin û du zarok jî birîndar bûne. Her weha li Dêra Zorê ji encama teqîna mayînekê du endamên Wezareta Berevaniyênya Sûriyê hatin kuştin û du jî birîndar bûn.
Rewangeha Mayînan a navdewletî raportek derbarê qurbaniyên paşmayên şer belav kir û tê de got, rêjeya qurbaniyan ji sala 2024an ve gelekî zêdetir bûye.
*Metirsiya teqîna paşmayan
Derbarê Sûriyê, Rewangehê eşkere kir welatiyên Sûrî yên piştî ketina Esed vedigerin ser mal û milkên xwe rastî metirsiya teqîna paşmayan dibin, ji ber belavbûna hejmareke zêde ya teqemeniyan li tax û rêyan.
Raportê da zanîn, ji ber kêmbûna piştevaniya navdewletî proseya rakirina van paşmayan li Sûriyê asteng bûye û gelekî bi paş ketiye.