Elmanya li ser vegerandina Sûriyan rijd e

Elmanya li ser vegerandina Sûriyan rijd e

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Elmanya ragihand ku danûstandinên wê û Sûriyê derbarê vegerandina Sûriyan bo welatê wan, di qonaxa dawiyê de ne.

Wezîrê Navxwe yê Elmanya Alexander Dobrindt di daxuyaniyekê de diyar kir, danûstandinên wa bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re derbarê vegerandina Sûriyên ku tawan li Elmanya Eencam dane bo Sûriyê, gihiştine qonaxên xwe yên dawiyê.

Alexander Dobrindt da zanîn, ew amade ye bi xwe biçe Sûriyê da ku rêkarên vegerandina penaberan ji Elmanya bileztir bike, û got danûstandinên wan bi Şamê re erênî ne.

*"Kesên serdan dikin tên vegerandin"

Derbarê penaberên ku serdana Sûriyê dikin, wezîrê Navxwe yê Elmanya got, penaberê ku serdana Sûriyê dike, dê were vegerandin bo Sûriyê û ew li ser vê yekê rijd in.

*"99% ji daxwazên penaberiyê red kirine"

Meha derbasbûyî, Rojnameya Bîld a Elmanî di raporteke xwe de diyar kir ku Elmanya 99% ji daxwazên penaberiyê yên Sûriyan red kirine, û tenê mafê penaberiya siyasî bo kesekî hatiye dan.