Hêzên Israîlê bi tankan derbasî Başûrê Sûriyê dibin

Hêzên Israîlê bi tankan derbasî Başûrê Sûriyê dibin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê bi tankan derbasî hin deveran li gundewarê Quneytirayê bûn û rêbend danîn.

Jêderên Xwecihî li deverê da zanîn, Hêzên Israîlê îro bi 2 tank û 10 otombîlên leşkerî debasî deverên Til El-Kirûm û Semedaniya Rojhilat bûn.

Jêderan diyar jî kir, Hêzên Israîlê rêbend li ser rêy Semedaniya Rojhilat- Xan Ernebê danî, û lêpirsînê li xelkê deverê dike.

Her weha jêderan diyar jî kir, Hêzên Israîlê navendeke leşkerî ya vala li deverê teqand.

*Tevger zêde bûye

Di dema bûrî de, tevgera hêzên Israîlê li Quneytirayê zêde bûye, û artêşa Israîlê hejamreke mezin a xalên leşkerî û bargehan li deverê belav kirine.