Ebdulmutelib Mîro piştî 2 hefteyan ji girtinê hat berdan

Welat TV - Hewlêr

Ciwanê bi navê Ebdulmutelib Mîro piştî 2 hefteyan ji girtinê li deverên di bin kontirola hikûmeta Sûriyê de hate berdan.

Ebdulmutelib Mîro ji şêniyên bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanêîro hat berdan.

16ê Mijdarê, Ebdulmutelib û Avan Mîro, dema ku berê wan li Şamê bû ji bo xwendinê, piştî ku derbasî deverên di bin kontirola hikûmeta Sûriyê de bûn hatin girtin.

Avan piştî 3 rojan hate berdan û Ebdulmutelib girtî mabû.

Wê demê Hemdîn Mîro bavê herdu ciwanan ji Welat TV re da zanîn ku dema rêbenda hikûmetê telefonên wan pişkinîn kirin û wêneyên wan bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê dîtin ew girtin.

Hemdîn Mîro tekez kir ku kurên wî sivîl in û tu peywendiyên wan ên leşkerî bi çi aliyekî re nîn in.

*Her weha biwîne: Avan Mîro piştî 3 rojan ji girtinê hat berdan