Mesrûr Barzanî û Balyozê Kanadayê pêşhateyên li Sûriyê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Kanadayê li Iraqê Christopher Boehm civiyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di civînê de pêşhateyên li Sûriyê, pêvajoya aştiyê li Turkiyê û rewşa giştî ya deverê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî nexasim di warên weberhênan û bihevguhertina bazirganî de hat kirin.
*Hewlên damezrandina hikûmetê
Derbarê hewlên damezrandina kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî da zanîn ku qonaxa niha mercên nû derxistine holê û divê encamên wan hilbijartinan bingeh û pêvana damezrandina hikûmeta bê bin.
*Êrîşa Kormor hat şermezarkirin
Di civînê de, êrîşa li ser kêlgeha Kormor hat şermezarkirin her weha rewşa giştî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.