Ragihandina Sûriyê bi rêya karîkatorekî Mezlûm Ebdî behsa rêkeftina 10ê Adarê dike

Ragihandina Sûriyê bi rêya karîkatorekî Mezlûm Ebdî behsa rêkeftina 10ê Adarê dike

Welat TV - Hewlêr

Ragihandina fermî ya hikûmeta Sûriyê bi rêya wêneyeke karîkatorî behsa rêkeftina 10ê Adarê dike.

Rojnameya “Şoreşa Sûrî” ya ku beriya 2 rojan yekem hejmara wê derket, îro di duyem hejmar de wêneyeke karîkatorî ya fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî belav kir.

Di wêneyê de, karîkatorê Mezlûm Ebdî hatiye xêzkirin û li ser wêneyê hatiye nivîsandin: “Ez tevlî bibim.. Ez tevlî nabim”.

Li kêlek karîkatorê Ebdî jî dema destnîşankirî ji bo bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê hatiye nivîsandin, û hatiye diyarkirin ku ew dem serê sale bi dawî dibe.

Ji aliyê xwe ve, ragihandina HSDê ta niha tu daxuyanî derbarê vê wêneyê dernexistine.