El-Şeybanî û Barrack pêşhateyên deverê gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack li Şamê pêşhateyên deverê gotûbêj kirin.

Es´ed El-Şeybanî û Tom Barrack îro li Şamê civiyan, Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku herdu aliyan pêşhateyên deverê gotûbêj kirin.

Li gorî wezaretê, El-Şeybanî û Barrack bihêzkirina hevkariya hevbeş di navbera Sûriyê û Emerîkayê de gengeşe kirin.

Duh jî, serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ û Barrack civiyan û mijarên hevbeş gotûbêj kirin.

Ev civîn tên piştî serdana Barrack bo Bexdayê û civîna wî li gel Serokwezîrên Iraqê Mihemd Şiya´ Sûdanî ku tê de rewşa Sûriyê gengeşe kir.