Heleb.. Ciwanekî Kurd li Helebê hat serbestberdan

Heleb.. Ciwanekî Kurd li Helebê hat serbestberdan

Welat TV - Hewlêr

Piştî çend rojan ji girtinê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, ciwanekî Kurd li Helebê hat serbestberdan.

Mihemed Zekî îro 2yê Berçileya 2025an, ji Welat TV re got, piştî çend rojan ji girtinê, kurê min Mustefa Mihemed Zekî Bekir hat serbestberdan.

Zekî da zanîn ku sedemên girtinê, guman li kurê min hatibû kirin, û ji roja Înê 21ê Mijdarê ve me tiştek li ser nizanîbû.

Mustefa Mihemed Zekî Bekir li taxa Zehra ya Helebê li gel malbata xwe niştecî ne, xwendevanê sala yekê kolêja endezyariya pîşesaziyê ya zanîngeha Helebê ye, 19 salî ye û ji şêniyên gundê Xalîlaka yê navçeya Bilbilê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

►Her weha bixwîne.. Ebdulmutelib Mîro piştî 2 hefteyan ji girtinê hat berdan