Şelal Gedo: Şanda partiya me li gel Wezareta Derve ya Sûriyê dicive
Welat TV - Hewlêr
Sekreterê Partiya Naverast a Kurd li Sûriyê da zanîn ku çûna şanda partiya wan bo Şamê bandorê li şanda Kurdî ya hevbeş nake.
Şelal Gedo ev yek di kongireke rojnamevanî de li Şamê ragihand û diyar kir ku ew ê li gel berpirsên Wezareta derve ya hikûmeta Sûriyê bicivin.
Şelal Gedo diyar kir ku Şam paytexta Sûriyê ye û divê ew lê hebin û bi hemû aliyan re hevdîtinan encam bidin.
Derbarê rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de, Gedo got ku rêkeftin dê were bicîkirin.
Şandeke Partiya Naverast a Kurd li Sûriyê bi serdanekê gihişt Şamê û li gel bepirsên hikûmetê û nûnerên pêkhateyan dicive.