Ciwanekî Dêrikê pileya duyem di pêşbirkeke leşciwaniyê de li Holendayê bi dest xist

Welat TV - Hewlêr

Ciwanekî Kurd ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê pileya duyem di pêşbirkeke leşciwaniyê de li Holendayê bi dest xist.

Hejar Hisên pileya duyem di pêşbirkeke leşciwaniyê de li bajarê Ayndhovin yê Holendayê bi dest xist.

Hejar dema weregirtina xelatê ala Kurdistanê bilind kir û ji Welt TV re da zanîn ku ew serkeftina xwe pêşkêşî Kurdistanê dike.

Hejar Hisên ev 8 sal in dest bi werzişa Leşciwaniyê kiriye û ev yekem pêşbirke tê de beşdar dibe.

Hisên ji şêniyên gundê Helêq ê Dêrikê ye, beriya 10 salan ji ber rewşa ewlehî ya ne aram koçberî Ewropyaê kir û li Holendayê dimîne.