Welat TV çîrokê belav dike.. Piştî 11 salan jineke Êzidî hat rizgarkirin
Welat TV - Hewlêr
Piştî 11 salan, jineke Kurd a Êzidî û keça wê bi rêya Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya bi ser Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatin rizgarkirin, û li cih û warên xwe vegeriyan.
Sûad Xelef di 2014an de ji gundê Koço hatibû revanidn û bi salan li Sûriyê û Turkiyê li cem çekdarên DAIŞê yên terorîst mabû.
*Sûad behsa çîroka xwe dike
Sûad ji Welat tv re behsa çîroka xwe ya biêş û azar dike û dibêje: Roja 15ê meha Tebaxa 2004an terorîstên DAIŞê derbasî gundê Koço yê Şingalê bûn, jin û mêr ji hev cuda kirin, mêr hemû kuştin û ez jî bi awayekî hovane revandim.
Sûad dide diyarkirin, çekdarên terorîst ên DAIŞê ez ji Iraq bo Sûriyê veguhestim, ez ji terorîstekî bo terorîstekî din dihatim veguhestin, û dixwestin ola min bi zor û stemê biguherin.
Sûad dibêje, çekdarên DAIŞ a terorîst em wek kole didîtin û weha serederî bi min û keça min re dikir.
*2 hezar û 500 Êzidî wendayî ne
11 sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê li ser destê çekdarên rêxistina DAIŞê ya terorîst re derbas bûn, tevî ku Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî li Herêma Kurdistanê, bi hezaran jin û keçên Êzidî rizgar kirine, heta niha û li gorî amarên nivîsgehê, derdora 2 hezar û 500 Êzidî wendayî ne, ji wan jî bêtirî hezar û 200 jin in.