Baregeha Barzanî: Diyar e Baxçelî hîn gurê boz e

Welat TV - Hewlêr

Bergeha Barzanî di daxuyaniyekê de, axaftinên serokê Partiya MHPê Dewlet Baxçelî derbarê serdana Serok Mesûd Barzanî bo Cizîra Botan û beşdariya wî di korbenda çarem a Melayê Cizîrî de şermezar kir.

Bargeha Barzanî diyar kir, ku daxuyaniyên Baxçelî bi hişmendiyeke şovînî û dûr ji hemû nerîtî hatine dan û xizmeta tu aliyekî nakin.

*"Bi hemahengî li gel Turkiyê bû"

Bereghê da zanîn ku, hemû hûrgiliyên serdana serok Barzanî bo Turkiyê bi hemahengî di navbera dezgehên Herêma Kurdistanê û Turkiyê de hatiye encam dan.

Bargeha Barzanî diyar jî kir ku, serdana Barzanî piştevanî bû ji bo piroseya Aştiyê ya ku Baxçelî piştevaniya xwe bo wê ragihandibû.

*"Gurê Boz e"

Bareghê got jî, me digot qey xwedê Baxçelî hîdayet kiriye û dest ji nejadperistî û şovîniyetê berdaye, lê belê diyar bû ku, hîn ew gurê Boz e xwe di postê berxan de veşartiye.

Dewlet Baxçelî berî niha ragihandibû ku, serdana Serok Barzanî li gel hêzên taybet, binpêkirin e, ji serweriya Turkiyê re.