Netanyahu: Em pêşbîniya devereke bê çek dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku gihiştin bo rêkeftinekê li gel Sûriyê pêkan e.
Netenyahu serdana hin serbazên birîndar kir û li wir got, ew ji Sûriyê avakirina devereke bêçek, ji Şamê ta devara tampon, pêşbîn dikin, di nav de despêka Çiyayê Şêx û Lûtkeya wî.
*"Em li vir dimînin"
Li gorî Serokwezîrên Israîlê, ew li van deveran dimînin ji bo gerentîkirina ewlehiya welatiyên Isarîlê, û ev yek ji wan re gerek e.
Netenyahu got jî, bi niyeta pak û têgihiştina van pirensîpan, eger heye ew li gel Sûriyê bigihin rêkeftinekê.
*Helwesta Emerîkayê
Duşema bûrî, Serokê Emerîka Donald Trump di daxuyaniyekê de li ser Platforma Trûs gotibû pir giring e, ku Israîl diyalogeke bihêz û rastgo li gel Sûriyê biparêze û tiştek çênebe ku rê li pêşketina Sûriyê bigire.