Komîta Lêkolînan a Navdewletî li Siwêdayê encamên lêkolînan gotûbêj kirin

Komîta Lêkolînan a Navdewletî li Siwêdayê encamên lêkolînan gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr 

Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya taybet bi Sûriyê li gel parêzgarê Siwêdayê, encamên lêkolînan gotûbêj kirin.

Piştî encamdana gereke meydanî li Siwêdayê, Komîta lêkolînan a Navdewletî, li gel parêzgarê Siwêdayê Mustefa Bekûr civiya.

medyaya Parêzgehê diyar kir, di civînê de dawîn pêşhateyên karê komîtê û encamên ku gihiştiye wan li Siwêdayê, hatin gotûbêjkirin.

*2000 kuştî

Li gorî raportên mafnasî, di bûyerên Tîrmehê de li Siwêdayê kuştina bêtirî 2000 kesî hatiye belgekirin.

Meha bûrî jî, Komîta Niştîmanî ya Lêkolînan a Hikûmeta Sûriyê di kongireke rojnamevanî de, encamên destpêkî yên karê xwe ragihandin.

*"Tawanbar tên sizadan"

Li gorî komîtê, her kesê ku diyar bibe destê wî di binpêkirinan de heye dê were sizadan û hejmarek ji endamên wezaretên Berevaniyê û navxwe hatine girtin û bo dadgehê hatine veguhestin.