Îro mezintirîn Konsulxane li ser asta cîhanê li Hewlêrê tê vekirin

Îro mezintirîn Konsulxane li ser asta cîhanê li Hewlêrê tê vekirin

Welat TV - Hewlêr

Îro 3yê Berçileya 2025an, mezintirîn Konsulxane ya Emerîkayê ya nû li Hewlêrê tê vekirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîkayê navenda nû ya Konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê vedike.

*Mezintirîn Konsulxane ye

Proje weke mezintirîn Konsulxane li ser asta cîhanê ye, ji sala 2018an ve kar li ser avakirinê wê dihat kirin.

Bi gujmê 795 milyon dolar e û li ser rûberê 206 hezar metr ducar hatiye avakirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîkayê di serdaneke fermî de roja Duşemê gihişt Iraqê, serdanî wî li Rojhilata navîn ji 27ê Mijdara ta 5 Berçileyê berdewam dike.