Balyozê Yûnanê nîşan bi dîroka xebat û xweragiriya gelê Kurdistanê dide
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Yûnanê li Iraqê Georgios Almanos civiyan.
Baregeha Barzanî ragihand, bi mebesta xatirxwestinê, Balyozê Yûnanê sardana serok Barzanî kir. Di civînê de seqamgîrî û pêşketina Kurdistanê bilind nirxandin.
*Xebat û xweragiriya gelê Kurdistanê
Balyozê Yûnanê nîşan bi dîroka xebat û xweragiriya gelê Kurdistanê da û got, bûye ezmûneke dewlemend ji bo pêşketin û berdewambûnê.
Di civînê de, tekezî li kûrkirina peywendiyên dualî di warên abûrî, çandinî, rewşenbîrî û ekadîmî de hat kirin.