Xêrxwaziya Barzanî alîkariya 40 kesî ji xwedan pêdviyên taybet li Efrînê dike
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya xwedan pêdviyên taybet li Navçeya Şiyê ya Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir.
Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel rêxistina Azar 40 kursî pêşkêşî xwedan pêdviyên taybet li Navçeya Şiyê û gundê wê kirin, da bikaribin bê azar tevgerê bikin.
Serokê Navçeya Şiyê Ehmed Bekir spasiya dezgehê li ser alîkariya xelkê dike û hêvî dike ku despêşxeriyên bi vî rengî berdewam bikin.
Nûnerê dezgeha Xêrxawzî ya Barzanî jî diyar kir ku kesên nikarîbûn beşdar bin bo wergirtina alîkariyan, ew ê alîkariyan bo wan bibin malê û alîkariyên wan dê li Efrîn û 366 gundên wê berdewam bin.
Piştî erdheja Sibata 2023yan, Xêrxwaziya Barzanî li ser fermana Serok Barzanî di 10ê heman mehê de gihişt Efrîn û ji wê demê ve alîkariya xelkê dike.
*Her weha bixwîne: Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li 1000 malbatên Laziqiyê û gundewarê Qerdahe belav kirin