Partiya Welatparêzên Kurdistanê gotinên li dijî serok Barzanî şermezar dike

Partiya Welatparêzên Kurdistanê gotinên li dijî serok Barzanî şermezar dike

Welat TV - Hewlêr 

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniyekê de gotinên li dijî serok Mesûd Barzanî şermezar kirin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê got, Rêzdar Serok Mesûd Barzanî îro ji aliyê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê ve wekî rêberekî neteweyî tê pejirandin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku berevaniyê di ber serok Barzanî de bikin.

*Naveroka daxuyaniyê weha hatiye:

Em êrîş û gotinên nîjadperest ên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî şermezar, Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, di 29ê mijdara 2025an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê beşdarî 4emîn Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî bû ku ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve hatibû organîzekirin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, wekî mêvanê Zanîngeha Şirnexê beşdarî vê sempozyûmê bû. Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKê rêzdaran Mehmet Can Azbay û Vahît Aba jî wek vexwendî, beşdarî vê sempozyûmê bûn.

Şêwaz û protokla beşdarbûna rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya bi parêzvanên xwe yên leşkerî yên taybet ku li ser unîformayên wan alaya Kurdistanê hebû ve hatina wî ya Cizîrê, bi giştî, bi hemû teferûatên xwe ve bi agahdarî, erêkirin û kontrola Wezareta Karên Derve û Wezarata Karên Navxweyî yên Dewleta Turkiyê ve hatine pêkanîn.

Di rewşeke weha ku rastî ev qas vekirî û zelal e; hinek alî û kesên nîjadperest, şovenîst, faşîst û dijminên kurdan ên li Turkiyê, tabloyek wisa diafirînin ku mirov dibêje qey rêzdar Serok Mesûd Barzanî bêyî agahdariya rayedarên Dewleta Turkiyê bi parêzvanên xwe yên leşkerî ve beşdarî sempozyûmê bûye.

Ev derdor bi awayekî zanebûn parêzvanên taybet ên leşkerî yên rêzdar Serok Mesûd Barzanî û alaya Kurdistanê ya li ser unîformayê wan dikin hencet û êrîşan dikin û daxuyaniyên bêrêzî belav dikin.

*"Rêberekî neteweyî"

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî îro ji aliyê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê ve wekî rêberekî neteweyî tê pejirandin û ew êdî di raya giştî ya Turkiyê de jî wekî rêberekî maqûl ku çareseriya pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û demokratîk dixwaze, tê qebûlkirin.

Êrîşên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî têne kirin, di eslê xwe de derbirîna rijdbûna berdewamiya şer û pevçûnan e; rijdbûna hişmendiya neçareseriya pirsgirêka kurd e; hişmendiya dijberiya kurdan e her weha nîşana bêzarbûna ji vê rol û asta erênî û pejirandî ya rêzdar Serok Mesûd Barzanî ye.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, bi hatina xwe ya Cizîrê û bi axaftina xwe ya di 4emîn Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî de, hem li nirxên dîrokî, neteweyî û kevneşopiyên têkoşîna rewa ya miletê Kurd xwedî derket, hem jî nîşan da ku ew ji bo dawîlêanîna şer û çalakiyên çekdarî, ji bo çareserîya pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û demokratîk amade ye ku çi alîkarî û berpirsiyarî bikeve ser milên wan pêk bîne.

*"Berevaniyê di ber serok Barzanî de bikin"

Ji kê û ji kîja aliyê ve hatibin jî em hemû êrîş, heqaret û gotinên bêrêzî yên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî red dikin û şermezar dikin. Em bangî hemû kurdên cîhanê û hemû kes û aliyên ku li Turkiyê nirxên aştî, demokrasî, edalet, azadî û wekheviyê diparêzin dikin ku li dijî êrîş û heqaretên nîjadperest ên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî dengên xwe bilind bikin û helwesteke hevpar bigrin. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêberekî neteweyî yê hevpar û rûmeta neteweya Kurd e.

04.12.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)